Kuştina 9 çekdarên din yên PKKê hat ragihandin

PKK-9-Net

Wezareta parastina neteweyî ya Tirkiyê ragihand ku li Başûr û Rojava Kurdistanê, di 24 saetên derbasbûyî de, 9 çekdarên din yên PKKê û YPGê hatine kuştin.

Li gorî ajansa Anadoluyê, ji duh roja yekşemî 12 Çileya 2025ê ve, êrîşên asmanî li herêmên operasyonên Pence, Mertala Firatê û Kaniya Aştiyê li dijî PKKê û YPGê hatine encam dayîn.

Destnîşan kir, li çiyayê Metînî 3 çekdarên PKKê ketin ber êrîşan û li Rojava Kurdistanê 6 çekdar.

Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê di daxuyaniyê de gotiye: “Operasyon wê bilez û daîmî dewam bikin”.

Pustên heman beş