Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pêşwazî li Nûnerê Serok Barzanî, Dr. Hemîd Derbendî kir.
Nûnerê Serok Masûd Barzanî Dr. Hemîd Derbendî îro 13ê Çile bi serdanekê gihîşt Rojavayê Kurdistanê û bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re civiya.
Li gorî agahiyan, di hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî bû, Dr. Hemîd Derbendî peyama Serok Barzanî ragihand û ku tê de tekezî li ser girîngiya yekrêziya Kurdî li hemberî zehmetiyên ku li Sûriyeyê hene, hatiye kirin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê belav kir, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî tekezî li ser girîngiya parastina destkeftiyên Kurdan û pêkanîna aramiya li herêmê kir û diyar kiriye ku di vê demê de pêwîst e hewldanên hevpar di navbera hemû partiyên Kurd de hebin.
Berpirsê Dosyeya Rojavayê Kurdistanê û Nûnerê Serok Barzanî, Dr. Hemîd Derbendî îro 13.01.2025an bi serdanekê gihîşt Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî zanyariyan, “Nûnerê Serok Barzanî piştî civîna bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re dê li bajarê Qamişlo bi Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) re bicive.