Yekîneyên Parastina Jinê nasnameya 3 Şervanên xwe aşkere kir ku di êrîşên çeteyên dewleta Tirk de yên li ser herêma Qereqozaqê ya li nêzî bendava Tişrînê jiyana xwe ji dest da ne.
YPJê baskê jinan ya YPGê ragihand ku Şervanên wan yên bi navên kod Tolvîn Şahîn, Bêrîtan Amanos û Berfîn Hesekê di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêma Qereqozaq de li 9 Çileya 2025ê şehîd bûne.
Di daxuyaniya YPJê de hat gotin ku dewleta Tirk ji bo ku bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê dagîr bike êrîş dike û anî ziman ku gefê li jiyan û ewlehiya gelên bakur û rojihlata Sûryeyê dixwe.