MÎTê berpirsekî girîng yê PKKê li Silêmaniyê kuşt

Mit-pkk-slemani-info

Medyaya fermî ya Tirkiyê îro çarşemê ragihand, berpirsekî PKKê bi navê Îslam Dutkanlu û pasewanekê wî li Pêncwêna parêzgeha Silêmaniyê di operasyoneke îstixbaratê de hatine kuştin.

Medyaya fermî ya Tirkiyê ev nûçe li ser zarê çavkaniyên fermî belav kir, lê negot kengî êrîş pêk hatiye û hûrgilî nedan.

Li gorî heman çavkaniyê, MÎTê bi rêya tora xwe ya îstixbaratê, cihê Îslam Dutkanlu ku navê wî yê fermî Ehmed Serhede û Akam Şahî nas kiriye û li ser wê bingehê operasyon kiriye.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Tirkiyê, Îslam Dutkanlu yek ji damezrînerên Yekîneyên Parastina Rojihlatê Kurdistanê (YRKê) bû û Akam Şahî bi kodnavê Şivan Çiya jî pasewanê wî bû ku demekê li Îranê û Colemêrgê mabû.

Li gorî agahiyên destê me, Îslam Dutkanlu bi yêk ji berpirsên girîng yên PKKê tê hesab kirin ku ji tev çalakiyên çekdarî yên PKKê li sînorê Pêncwînê berpirsiyare.

Pustên heman beş