Şandeya Îmraliyê, ku piştî hevdîtina bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û serdana partiyên siyasî kir, dê li roja Înê (17ê Çileyê) daxuyaniyeke nivîskî belav bike.
Şandeya Îmraliyê, ku piştî hevdîtinên xwe yên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re li Îmraliyê bi rêveber û nûnerên partiyên siyasî re pêk anî, dê li roja Înê (17ê Çileyê) daxuyaniyeke nivîskî ji bo raya giştî ragihîne.
Ew şande dê di derheqa pêvajoya niha de, ya ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî daye destpêkirin, agahiyan bide. Herwiha di roja ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê diyar kir de jî, ew şand dê serdana xwe ya duyemîn a Îmraliyê jî pêk bîne.
Rojeva serekî ya niha ya Tirkiyeyê pirsa Kurdan û destpêkirina qonaxeke nû ya aştiyê ye. Ji bo vê meremê jî, di dema çend rojên borî de şandeke Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî), piştî civîna xwe ya bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re, bi awayekî cuda bi aliyên siyasî yên Tirkiyeyê re civiya.
Ew şanda Dem Partiyê pêştir li roja Şemiyê, 28.12.2024, li zindana Îmraliyê bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re civiya, ji bo gengeşe û danûstandinên li ser piroseyeke din a aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Ocalan di derheqa daxuyaniya pareke berpirsên Tirkiyeyê ji bo çarekirina pirsa Kurdan de ragehand, “Min şiyan û îrade hene, ji bo tevlîbûna erênî ya pêdivî di gaziya Erdogan û Bahçeli ji bo danûstandinan de.” Ron jî kir, “Serdem serdema aştî û demokrasî û biratiyê ye, ji bo Tirkiyeyê û deverê.”
Tê çaverêkirin ku di van çend rojan de careke din şandeke Dem Partiyê serdana girava Îmraliyê bike û bi Ocalan re bicive.