Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got, divê hemû welat destê xwe ji Sûriyeyê vekişînin û got, em dikrin terorîstan têk bibin.
Erdogan îro 15ê Çile di gotarekê de ragihand, “Em wek 85 milyon dixwazin çekê ji navberê rakin, dîwarê terorê hilweşînin û hevdu bi hêz hembêz bikin.”
Herwiha got: “Roj, roja biratiyê ye. Roj roja vekirina deriyê hizûrê ye. Roj ew roj e ku em li hemû erdnîgariya xwe aştî, aramî û ewlehiyê serdest bikin. Em dixwazin birînên 40 salan ên ku terorê vekirine bi hev re bipêçin.”
Erdogan got jî: “Bila yên bi ser bikevin ne emperyalîst bin, Kurd, Tirk, Tirkmen û Ereb, bêyî cudahî em bin. Heke banga pêwîst bê kirin, rêxistina terorê û şaxên girêdayî wê gavên hewce bavêjin, yê ku bi ser bikeve wê bi Tirk û Kurdan va hemû Tirkiye be.”
Erdogan derbarê rewşa Sûriyeyê de diyar kir, “Em wek Rojavayiyan li dewleta cînarê xwe nanihêrin ku koka biratiya me bi sedan salan e û sînorê me 911 kîlomêtro ye. Em li Sûriyeyê çareserkirina hemû meseleyên xwîşk û birayên xwe yên Kurd jî diparêzin û dişopînin û temînata ewlehiya Kurdan in.”
Serokkomarê Tirkiyeyê amaje bi wê kir: “Bila her kes destê xwe ji herêmê vekişîne. Em ê bi xwîşk û birayên xwe yên Sûriyeyî re di demeke kin de serê DAIŞ, YPG û hemû rêxistinên terorê bipelçiqînin.”
Herwiha got: “Di serî de Îsraîl, divê hêzên êrîşkar yên êrîşî axa Sûriyeyê dikin dev ji tevgerên xwe yên êrîşkar berdin. Ev nebe wê encam ji bo her kesî neyînî be. Li Sûriyeyê niha tengasiya herî mezin YPG ye ku ji sê paran pareke axa Sûriyeyê dagir kiriye.”