Li nêzîkî bendava Tişrînê 10 kes bûne qurbaniyên êrîşeke Tirkiyeyê

Bendava-Tishrin

Di encama bombebarana firokeyên Tirkiyeyê li ser bendava Tişrînê li gundewarê Kobanê de, hejmarek kes bûn qurbanî.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, firokeyên Tirkiyeyê îro 15ê Çile otombîlên sivîlan li nêzîkî bendava Tişrînê bombebaran kirin, di encamê de 3 hatin kuştin û 7 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bo nexweşxaneyên Kobanê hatin veguhestin û birînên hink kesan ji wan giran in.

Ji 8 mehê ve, ji bo piştevaniya HSDê, bi sedan otombîlên sivîlan ji Kobanî, Tebqa û Hesekê ber bi pira Qereqozaqê û derdora bendava Tişrînê ve tên şandin.

Pustên heman beş