Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê Hoşyar Zêbarî ragehand, “Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Hewlêrê civiyan.”
Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê Hoşyar Zêbarî îro (Pêncşem, 16.01.2025) li ser tora civakî ya Xê peyamek parve kir.
Hoşyar Zêbarî di wê peyamedê de nivîsiye, “Civîna Serok Barzanî bi Mezlûm Ebdî ra pêxemetî hevgirtina Kurdan û yekrêziya Kurdan li beranberî desthilata nû ya Şamê bû, herwesa tekez li ser veguhastina aştiyane ya desthilatê li Sûriyeya nû kir.”
Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê herwesa amaje jî daye, “Em spasiya hevpeyman û dostên xwe dikin.”