Heyeta Îmraliyê li ser hevdîtina bi Ocalan û partî û aktorên siyasî re daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku “Hemû hevdîtin jidil û bi hêviya erênî derbas bûne”.
Heyeta Îmraliyê îro roja înî 17 Çileya 2025ê daxuyanî da û got: “Nêrîna ku me ji hevdîtinan bi dest xist ev e ku daxwaz û îradeyeke hevpar di hemû aliyên siyasî de heye û hemû alî dixwazin pêvajoya nakokî û aloz a ku ji ber pirsgirêka Kurd çêbûye li pey xwe bihêlin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê şande careke din here Îmraliyê û hat gotin:
“Li gel hemû nerîn û nirxandinên xwe yên baş em dê di demeke kin de serdana Birêz Ocalan bikin û ji bo ku pêvajo bi rêbazên zexm û qewîn bigihêje aştiyê û çareseriyek ava bibe em ê kedeke mezin bidin.”
Daxuyaniya Heyeta Îmraliyê bi vî rengî ye:
Ji çapemenî û raya giştî ya hêja re:
Me 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Piştî vê hevdîtina me, li ser encamên vê hevdîtinê û li ser daxwaza wî, me bi Meclisa Giştî ya Tirkiyeyê, partiyên siyasî û hevalên xwe yên siyasetmedar ên li girtîgehê re hevdîtin pêk anîn.
Me 3yê Kanûna Paşîn a 2025an serdana Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Birêz Numan Kurtulmuş kir û hevdîtinên me dest pê kir. Hevdîtinên me bi Serok û nûnerên Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), Partiya Siberojê (Gelecek Partisi), Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Partiya Saadetê (Saadet Partisi), Partiya Gel a Komarî (CHP), Partiya Dewayê (Deva Partisi) û Partiya Refahê (Refah Partisi) re berdewam kir.
Me di navbera 11-12ê Kanûna Paşîn a 2025an de serdana hevserokên me yên berê û hevalên me yên siyasetmedar ên girtî Birêz Fîgen Yuksekdag, Birêz Selahattîn Demîrtaş, Birêz Leyla Guven û Birêz Selçuk Mizrakli kir û me bi wan re hevdîtin pêk anî.
Ev hevdîtinên me li ser esasê diyalogê û aştiyê û li ser pêvajoya pevguhertina ramanan bi hevserok û desteyên me yên partiyê, bi pêkhateyên partiya me, bi partiyên siyasî ên ku em di tifaqê de ne û rêxistinên sivîl ên ku em bi wan re ne hatine destpêkirin û berdewam dikin.
Di serî de em hurmet û spasiyên xwe pêşkêşî hemû partiyên siyasî û berpirsên wan ên qedirbilind dikin ku bi dilgermî û dilnizmî pêşwaziya me kirin, nêrîn û pêşniyazên xwe yên hêja bi me re parve kirin û bi zimanekî gelek avaker xem û rexneyên xwe anîn ziman.
Xala sereke ya rojeva serdana me ew bû ku em encamên hevdîtina bi Birêz Ocalan re ragihînin wan û rewşa nû ya ku derketiye holê bi hev re binirxînin. Bi kurtasî, ev daxwaz û îrade, ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina pêvajoya pevçûnê, berpirsyariya dîrokî ya xurtkirina yekîtiya Tirk û Kurdan, berpirsyariya geşedanên radîkal û jêveneger li Rojhilata Navîn radiweste û destnîşan dike ku Meclisa Mezin a Tirkiyeyê û siyaseta demokratîk zemîna herî girîng a çareseriyê ye.
Hemû hevdîtinên me jidil û bi hêviya erênî derbas bûn. Serokên payebilind û şandeyên wan piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê diyar kir. Bi vê re girêdayî di mijarên curbecur de fikar û pêşniyazên wan jî çêbûn. Ev fikar û pêşniyaz jî di esasê xwe de li ser şefafiya pêvajoyê û pêkanîn/îcrakirina wê di nava TBMMyê de radiwestin.
Lijneya me di hevdîtinan de ji bo çareserkirina fikar û pirsyaran daxuyanî dan û pêşkêşî kirin. Nêrîna ku me ji hevdîtinan bi dest xist ev e ku daxwaz û îradeyeke hevpar di hemû aliyên siyasî de heye û hemû alî dixwazin pêvajoya nakokî û aloz a ku ji ber pirsgirêka Kurd çêbûye li pey xwe bihêlin.
Derbaskirina vê pirsgirêkê û pêşxistina yekîtî û biratiya hemû pêkhateyên etnîkî, olî û mezhebî li welatê me, ji bo berjewendî û xêra her kesî ye. Ev helwesta hevpar a hemû aliyan e. Mijareke din a bi vê re girêdayî jî ew e ku pêvajoya aştiyê bibe sedema demokratîkbûna giştî û berfirehkirina qada siyaseta demokratîk.
Hevdîtinên me yên li gel serok û hevalên me yên li girtîgehan gelekî erênî derbas bûn. Hevalên me bi awayekî aşkera û zelal piştgiriya xwe nîşan kirin ser rola ku Birêz Ocalan û Partiya DEMê dê bilîze. Diyar kirin ku ew dê di vê pêvajoyê de berpirsyariya xwe ya ji bo xurtkirina zemîna siyasî û civakî bi awayekî erênî pêk bînin.
Di vê serdemê de ku em li ser aştî, demokrasî û yekîtiya Tirkiyeyê û herêmê radiwestin, şêwazên cudaxwaz û pêşdarazên ku dem bi dem em di medyaya nivîskî û dîtbarî de bi wan re rû bi rû dimînin û qada spekulasyonê ya ku tê avakirin, karê me zehmet dikin.
Em dizanin ku her kes û beşên civakî derbarê vê pêvajoyê de xwedî hêvî û daxwaz in, di heman demê de fikar, hesasiyet û pirsyarên her kesî hene. Em di vê hişmendiyê de ne. Di pêvajoyeke wisa hesas de, belavkirina axaftinên çêkirî û hewldana afirandina rojevên ku carinan sînorên exlaqî jî derbas dikin, germkirin û gurkirina şer pê ve ne tiştekî din e.
Li gel hemû nerîn û nirxandinên xwe yên baş em dê di demeke kin de serdana Birêz Ocalan bikin û ji bo ku pêvajo bi rêbazên zexm û qewîn bigihêje aştiyê û çareseriyek ava bibe em ê kedeke mezin bidin.
Di avakirina aştî û çareseriyê de piştgiriya gel a li ser van hevdîtinên me dê bibe hêmana herî girîng.
Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEMê