Bavê Teyar di êrîşeke Tirkiyeyê de canê xwe ji dest da

Bavê Teyar şehîd ket-info

Şanoger û lîsitkvan Cûma Xelîl Îbrahîmê ku wekî Bavê Teyar tê naskirin di bombebarana Tirkiyeyê de şehîd ket.

Balafirên Tirkiyeyê doh sivîlên ku ji bo xwenîşandanê çûbûn Bendava Tişrînê bombebaran kirin.

Di encama bombebaranê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn. 

Şanoger û lîstikvan Cûma Xelîl Îbrahîme ku wekî Bavê Teyar tê naskirin jî di vê êrişê de birîndar bûbû.

Tîman Bavê Teyar û birîndarên din ji bo dermakirinê veguhastibû nexweşxaneyê.

Bavê Teyar îro li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.