Bendava Tişrînê: Mertalên zindî yên PKKê – PYDê

Bendava Tişrînê Mertalên zindî yên PKKê - PYDê -net

Dema 10 rojane saziyên siyasî yên PKKê (PYDê) û HSDê şêniyên Rojava ji gund û bajarokên cuda vedguhêzin eniyên şer ên li Bendava Tişrînê û wan weke mertalên zindî li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê bi kar tîne, HSDê komên şêniyan dibe wê derê ji bo ku bo welatên cîhanê bide diyar kirin ku gelê Rojava piştgiriyê dide wan.

Li gorî agahiyên taybet yên Darka Mazî, di 10 rojên rabûrî de, baskên PKKê yên li Rojava bi taybetî PYDe û rêxistinên siyasî yên HSDê, şêniyên Kurd ji gund û bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bi otomobîlan vedguhêze eniyên şer li Bendava Tişrînê, ji bo ku ev şênî piştgiriyê bidin HSDê.

Hat ragihandin HSDe berê şêniyên Rojava Kurdistanê dide Bendava Tişrînê û li wir wan weke mertalên zindî li dijî êrîşên artêşta Tirkiyeyê û çeteyên wê yên Artêşa Niştîmanî ya Sûryê bi kar tîne ji bo ku peyamekê bide welatên cîhanê ku şêniyên Rojava piştgiriyê didin HSDê.

Êrişên çekdarên “Artêşa Niştimanî ya Sûryeyê” ya nêzkî Tirkiyeyê yên li derdora pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê berdewam dikin û şer û pevçûnên dijwar derdikevin, zirarên canî ji herdu aliyan rojane hene.

Her wiha Tirkiye jî bi diron, topbaran û balafirên şer wan deveran bombebaran dike.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin ku di dema 10 rojên rabûrî de, baskên PKKê yên Rojava Kurdistanê, bi hezaran sivîl veguhestine wê derê û xwepêşandanan bi wan sivîlan ji bo şermezarkirin û rawestandina şerê li Bendava Tişrînê dide encam dayîn.

Tirkiyeyê çend caran êrşî wan sivîlan jî kir û gelek sivîl bûn qurbanî, rêxistina PKKê jî di medyaya xwe de bazirganiyê bi xwîna wan sivîlan dike.

Gelo qey we bihîstiye ku bijlî PKKê partiyek yan welatek di dema şer de sivîlan li jêr navê piştgirîya hêzên leşkirî bibe eniyên şer û bi kuştin bide?

Li cîhê ku PKKe wan sivîlan biparêze û wan dûrî zona şer bihêle, lê berevajî wan dike mertal û berê wan dide mirinê.

Qey we bihîstiye ji Dêrkê û herêma Koçerata şênî ji boy piştgirî û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk herin Bendava Tişrînê, ma ew nikarin li herêmên xwe xwepêşandanê bikin û dengê xwe bighînin tev cîhanê?.

Pustên heman beş