Endamekî ENKSê li sînorê Qamişlo hat kuştin

Endamekî ENKSê li sînorê Qamişlo hat kuştin

Endamekî Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê li sînorê bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê hat kuştin û heta naha hûrgiliyên bûyerê aşkera nebûne, lê rêveberekî ENKSê ji bo BasNewsê aşkera kir ku endamê wan roja Pêncşema heftiya borî hatibû revandin.

Li gor zanyariyan îro 20.01.2025ê li bajarokê Tirbespî ya rojhilatê bajarê Qamişlo kesek bi navê Îsmaîl Fetah ku endamê ENKSê ye, bi awayekî bi guman hatiye kuştin.

Vê derbarê de yek ji endamên rêvebera ENKSê Esmehan Dawud ji BasNewsê re ragehand: ‘’Mixabin îro ber bi sibehê ve kadro û tekoşerê kevin Îsmaîl Fetah piştî ku hatiye kuştin termê wî avêtine cîhekî. Ew endamekî navxwe yê ENKSê bû li Qamişlo û roja Pêncşemê hatibû revandin. Wê demê ku hate revandin, wan gotin me pirskiriye lê li gel me nîne, wek HSD, MSD û PYD. Dema ji Girkê Legê ve xwestiye bê bo Qamişlo li wê derê hatiye revandin. Me wek ENKS beyaname dernexistin, ji ber me dixwest rizgar bikin.’’

Herwaha got, termê wî endamê wan naha li bijîşkê dadî yê Qamişlo ye.

Esmehan Dawud got, ew endamê wan çend carekî din ji aliyê grubên Rojavayê Kurdistanê ve hatibû girtin, ji ber ku yek ji wan kesan bû berdewam rexne li siyaseta PKKê ya li Rojavayê Kurdistanê dikir.

Berdevkê ENKSê Feysel Yusif jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Belê mixabin termê mamosta Îsmaîl Fetah hatiye dîtin û hatiye kuştin. Me daxwaz kir ku kesek wî neveşêre heta lijneya lêkolînê ava bibe û sedemê kuştina wî diyar bibe.’’

Di wan demên dawiyê de hewldanên berfireh ji bo yekitî û yekrêziya kurdan li Rojavayê Kurdistanê tên dayîn û vê çarçoveyê de Serok Barzanî li gel fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî civiya û herwaha gelek civîn di navbera aliyên Rojavayê Kurdistanê de birêve çûn.

Pustên heman beş