Serok Barzanî bi Desteya Serokatiya ENKSê re civiya

Serok Mesûd Barzanî îro 21ê Çile pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî û ewlehî ya Sûriyeyê, encamên gotûbêjan û nêzîkbûna aliyên Kurdî li Sûriyeyê û serdana Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bo Serok Barzanî hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di hevdîtinê de, Serok Barzanî tekezî li ser yekrêzî, hevahengî û karê hevbeş yê aliyên Kurdî li Sûriyeyê kir.