Bi sedema PKK’ê di 9 rojan de Tirkiyê bi sedan bombe li gundên Duhokê xistine

PKK-Duhok-Village-Turkey-Kurdistan-6-11-1-2025-net

Di 9 rojên rabûrî de, balafirên şer yên dewleta Tirk di teqîba liv û tevgerên PKK’ê de, bi sedan bombe li ser gund û herêmên dyar yên deverên Berê Garê, Berwarî Bala û Nihêliya li parêzgeha Duhokê barandine, zirar li pey êrîşan hatine û şêniyên wan herêman di nîgeraniyeke berdewam de ne.

Li gorî deneyên pevçûnên PKK’ê û artêşa Tirkiyê yên ji 12 Çileya îsal 2025ê ve, gelek gund û geliyên diyar yên sînorê parêzgeha Duhokê di operasyona Pence de hatine bombebaran kirin, dewleta Tirk êrîş dijwar kirine, PKK’ê jî tevgera çekdarên xwe pêtir nêzî gundan kiriye.

Êrîş wisa ne:

Di 12/1/2025an de:

Saet 5:12ê êvarê, balafirên şer yên dewleta Tirkiyeyê geliyê Qeço yê dikeve pişta gundê Guherzê yê ser bi devera Nihêlê ve bombebaran kiriye.

Saet 5:00 êvarê, balafirên leşkerê Tirkiyeyê derdora gundê Bêbadê yê ser bi nahiya Çemankê bombebaran kiriye.

Di 13/1/2025an de:

Saet 2:48 heyanî 3:2 paş nîvrojê balafirên şer yên leşkerê Tirkiyeyê aqarê gundê Spîndarê û çiyayê hindavî geliyê Şêrane li devra Berê Garê bombebaran kiriye.

Saet 11:00 sibê, leşkerê Tirkiyeyê di navbera geliyê Bêşîlê û Gelî Kurtkê yên ser bi devera Berwarî Bala ve topbaran kiriye.

Saet 6:10 serê sibê, leşkerê Tirkiyeyê Geliyê Bazê yê ser bi devera Berwarî Bala ve bombebaran kiriye.

Di 15/1/2025an de:

Saet 1:30heyanî 3:5 nîvrojê, leşkerê Tirkiyeyê aqarê gundê Mijê û Kevne Mijê yên ser bi devera Berê Garê ve bombebaran kirine.

Saet 12:8 şevê, firrokeyên Helîkopter yên Tirkiyeyê pişta gundê Guherzê bombebaran kiriye.

Saet 6:30 serê sibê, balafirên şer yên Tirkiyeyê geliyê Dêra yê ser bi devera Berwarî Bala ve bombebaran kiriye.

Di 16/1/2025an de:

Saet 3:12 paş nîvrojê, leşkerê Tirkiyeyê aqarê gundê Mijê, Kevne Mijê û Spîndarê yên ser bi devera Berê Garê ve bombebaran kirine.

Saet 11:54 heyanî 4:49 êvarê, leşkerê Tirkiyeyê aqarê gundê Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê û Girgaş bombebaran kirine.

Saet 4:13 êvarê leşkerê Tirkiyeyê careke din aqarê gundê Mijê bombebaran kiriye.

Saet 6:50 serê sibê, balafirên şer yên Tirkiyeyê Kêriyê Şêlaza yê ser bi nahiya Kanîmasê ve bombebaran kiriye û her wiha Saet 7:00 sibê, balafirên Tirkiyeyê geliyê Dêra yê ser bi nahiya Kanîmasê bombebaran kiriye.

Saet 10:15 sibê, balafirên şer yên Tirkiyeyê gundê Dergela Musa Begê yê ser bi devera Berwarî Bala ve bombebaran kiriye.

Di 18/1/2025an de:

Saet 4:30 êvarê leşkerê Tirkiyeyê gundê dîsa gundê Mijê, Kevne Mijê û Girgaş bombebaran kirine.

Saet 10:50 sibê, leşkerê Tirkiyeyê geliyê Bêşîlê yê ser bi nahiya Kanîmasê bombebaran kiriye, her wiha Saet 1:10 nîvrojê geliyê Dêra jî bombebaran kiriye.

Di 19/1/2025an de:

Saet 2:30 şevê, leşkerê Tirkiyeyê dîsa geliyê Bêşîlê bombebaran kiriye.

Saet 7:10 sibê, balafirên şer yên Tirkiyeyê tunela PKK’ê ya dikeve serê çiyayê Susya li rojhilatê nahiya Çemankê bombebaran kiriye.

Saet 7:13 sibê, balafirên şer yên Tirkiyeyê careke din gundê mjê bombebarn kiriye.

Saet 10:30 sibê, careke din gundê Mijê û Kevne Mijê ji aliyê leşkerê Tirkiyeyê ve hatine bombebarankirin.

Saet 11:3 sibê, leşkerê Tirkiyeyê geliyê Şêlaza yê ser bi devera Berwarî bala ve bombebaran kiriye.

Saet 3:22 heyanî 3:30 careke din leşkerê Tirkiyeyê gundê Girgaş, Mijê û geliyê Şêrane bombebaran kirine.

Saet 8:15 heyanî 8:25 şevê, balafirên şer yên Tirkiyeyê dîsa gundê Mijê û geliyê Şêrane bombebaran kirine.

Di 20/1/2025an de:

Saet 12:30 nîvrojê, balafirên şer yên Tirkiyeyê geliyê Bazê careke din bombebaran kiriye.

Saet 3:5 leşkerê Tirkiyeyê careke din aqarê gundê Mijê bombebaran kiriye.

Saet 4:7 êvarê balafirên şer yên leşkerê Tirkiyeyê pişta gundê Guherzê bombebaran kiriye.

Ji Hezîrana sala rabûrî 2024ê artêşa Tirkiyê qonaxeke nû ji operasyona pence li dijî PKK’ê li Başûrê Kurdistanê destpêkiribû, rojane gundên Duhokê di vê operasyonê de dihatin bombebaran kirin.

Li dawiya salê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got ku ewê li sala nû êrîşên xwe yên bi bandor li dijî PKK’ê li her derê dewam bikin, loma jî ji destpêka sala nû ve artêşa Tirkiyê dîsa êrîşên hewayî yên li dijî PKK’ê li Başûrê Kurdistanê dijwar kirine û di 9 rojên dawî de bi dehan caran êrîşî gundên Duhokê kiriye.

Pustên heman beş