Îro roja sêşemiyê, 21/1/2025an, Parlamentoya Îraqê civîya û proje yasaya vegerandina milkan bo xwediyên wanên resen, proje yasaya lêborîna giştî û serrastkirina yasaya rewşa kesane pesend kir.
Serok Barzanî piştî biryarê peyamek belav kir û tê de ragihand: “ev biryar guncave û vegerandina mafane ji bo xwediyên mafan, bi vê hilkeftê ez destxweşiyê li Serokatiya Parlamentoya Îraqê, firaksiyonên Kurdistanî û hemû kesên ku di derxistin û pesendkirina vê proje yasayê de rol lîstine dikim, û spasiya wan dikim.”
Daxuyaniya serok Mesûd Barzanî bi vî awa ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Piştî demeke dirêj li ser roxandina rejêma berê ya Îraqê, di dawiyê de Parlamentoya Îraqê di gaveke girîng de îro deng li ser “proje yasaya betalkirina biryarên encûmena serkirdatiya Besêya hilweşiyayî” da ku taybete bi vegerandina erdê ji boy xwediyên wê yên resen. Ev biryar guncave û vegerandina mafane ji bo xwediyên mafan, bi vê hilkeftê ez destxweşiyê li serokatiya Parlamentoya Îraqê, firaksiyonên Kurdistanî û hemû kesên ku di derxistin û pesendkirina vê proje yasayê de rol lîstine dikim, û spasiya wan dikim.
Hêvîdarim ev bibe destpêka rastkirina hemû wan şaşî û nerastiyên ku li dijî berjewendiyên welatiyên Îraqê bi dirêjahiya dîroka dewleta Îraqê hatine kirin.
Mesûd Barzanî
21î Çile