Şandeya DEM Partiyê îro ji bo hevdîtina bi Ocalan re diçe Îmraliyê

imrali-hayet-info

Şandeya DEM Partiyê dê îro ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re biçe Girtîgeha Îmraliyê.

Şandeya DEM Partiyê ya wekî Şandeya Îmraliyê jî tê zanîn ku ji Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera Wanê Pervîn Buldanê pêk tê 28ê Kanûna Pêşîn a2024an li Girtigeha Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû.

Piştî hevdîtinê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê li şûna wî qeyûm hatibû danîn jî tevlî şandeyê bûbû.

Şandeya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Ocalan re bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û ji bilî ÎYÎ Partiyê bi hemû partiyên li parlamentoyê re civiyabû.

Ew şande her wiha çûbû serdana hevserokên berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê.

Şandeyê ji bo hevdîtina bi Ocalan roja 20ê Kanûna Paşîn a 2025an serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dabû.

Li gorî nûçeya MAyê Şandeya DEM Partiyê dê ji bo duyemîn hevdîtina li gel Ocalan îro biçe Girtîgeha Îmraliyê.

Lê nehatiye eşkerekirin ku di nav şandeyê de kî û kî hene.

Yek ji tiştên ku raya giştî meraq dike ew, gelo ka Ahmet Turk di nav şandeyê de cih bigire yan negire.

Pustên heman beş