Berxwedana saxte ya PKKê xeteriya herî mezine li ser gondên Dihokê

PKK-Duhok-Village-Turkey-Kurdistan-6-21-1-2025-net

Bi sedema liv û tevgera çekdarên PKKê ya li nêzî gund û bajarokên parêzgeha Dihokê, di du rojên rabûrî de artêşa Tirkiyê bi dehan bombe li deverên Dêrelokê û Berwarî Bala barandine, êrîşan zirareke mezin li pey xwe hiştiye, rêxistina PKKê li jêr navê Berxwedana Saxte dixwaze gundên Dihokê wêran bike û bike herêmên eskerî.

Li gorî amara pevçûnên PKKê û artêşa Tirkiyê yên ji 21 Çileya îsal 2025ê ve, 4 gund û herêmên deverên Berwarî Bala û Dêrelokê ke di operasyona Pence de hatine borduman kirin, dewleta Tirk êrîş dijwar kirine, PKKê jî tevgera çekdarên xwe pêtir nêzî gundan kiriye.

Ev der ji 21 Çileya 2025ê ve ketine ber êrîşan:

  1. Pişta gundê Guherzê.

  2. Geliyê Dêra ‏li nahya Kanî Masê.

  3. Çiyayê Metîna.

  4. Hindavî Geliyê Bêşîlê li devera Berwarî bala.

Êrîş wisa bûn:

21\1\2025ê:

  • Demjimêr ‎10:50‏ şevê balafirên artêşa Tirkiyê pişta gundê Guherzê li nahya Dêrelokê li devera Nihêliya bordumankiriye.

22\1\2025ê:

  • Demjimêr ‎11:15‏ Ta ‎11:45‏ spêdê artêşa Tirkiyê Geliyê Dêra ‏ li nahya Kanî Masê li devera Berwarî Bala topbarankiriye û zêdetirî ‎10‏ deh gulletopan lêdayne.

  • Demjimêr ‎11:35‏ sipêdê balafirên ‏ artêşa Tirkiyê heman gelî bordumankiriye y êk mûşek lêdaye.

  • Demjimêr ‎2:00‏ Ta ‎3:00‏ nîvro artêşa Tirkiyê Çiyayê Metîna li‏ devera Berwarî Bala topbarankiriye û ‎6‏ gulletop lêdayne.

  • Demjimêr ‎6:15‏ êvarî balafirên artêşa Tirkiyê hindavî Geliyê Bêşîlê li devera Berwarî Bala bordumankiriye û êk mûşek lêdaye.

  • Demjimêr ‎10:00‏ şevê balafirên artêşa Tirkiyê pişta gundê Guherzê bordumankiriye.

Ji Xizîrana sala rabûrî 2024ê artêşa Tirkiyê qûnaxeke nû ji operasyona Pence li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê destpêkirbû, rojane gundên Dihokê di vê operasyonê de dihatin borduman kirin.

Li dawîya salê serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîp Ardogan got ku ewê li sala nû êrîşên xwe yên bi bandor li dijî PKKê li her derê dewam bikin, loma jî ji destpêka sala nû ve artêşa Tirkiyê dîsa êrîşên hewayî yên li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê dijwar kirine û di 6 rojên dawîn de bi dehan caran êrîşî gundên Dihokê kirîye.

Pustên heman beş