Li qezaya Batîfa ya Zaxoyê, çekdarên PKKê êrîş kir ser xaleke hêzên zêrevaniya sinorî, du zêrevan şehîd bûn û yek jî birîndar bû.
Sibeha îro Înî, 24/01/2025 hejmareke çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li sinorê qezaya Batîfa ya bi ser Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ve êrîş kir ser xaleke hêzên zêrevaniya sinorê Îraqê.”
Birêveberiya Giştî ya Tendirustiyê ya Zaxoyê ragehand, “Di encama wê êrîşa PKKê de, du zêrevanên sinorî şehîd bûn û yek jî birîndar bû lê niha saxlemiya wî baş e.”
Her sê qurbaniyên wê êrîşê şêniyên Herêma Kurdistanê ne. Navê yek ji wan her du zêrevanên ku şehîd bûne Elî Remezan Îsmaîl e, ku xelkê qezaya Sêmêlê ye. Navê yê din jî Mêhvan Nacî Mîr Şeref e û şêniyê bajarê Dihokê ye.