13 kesên din bûne qurbaniyên bombebaraneke Tirkiyê li bendava Tişrînê

13 kesên din bûne qurbaniyên bombebaraneke Tirkiyê li bendava Tişrînê

Balafirên Tirkiyê careke din derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir û bi dehan kes bûne qurbanî.

Îro roja Şemiyê, 25/1/2025an, Balafirên Tirkiyê careke din derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir, di encamê de kesekî cane xwe ji dest da û 11 kesên din birîndar bûn.

Kesên birîndar bo nexweşaxaneyên Kobaniyê hatin veguhestin û birînên hejmarekê ji wan giran in.

Her wiha, Tirkiyê îro derdora pira Qereqozaq û balafirxaneya Sirînê li başûrê Kobaniyê bmobebaran kir û ziyanên madî hatin tomarkirin.

Di dema Dawiyê de Tirkiyê çendîn car derdora Bendava Tişrînê armanckiriye, di encamê de hejmarek sivîl canên xwe ji dest dane û bi dehan birîndar bûne.

Ev bombebaran di demekê de tên, ku bi sedan welatiyên sivîl ji bo piştevaniya HSDê ji aliyê PKK’ê ve berev bendava Tişrînê hatine birin.

Pustên heman beş