Serokomarê Tirkiyê Erdogan li Wanê ragihand, ew bibiryarên pirsa şerê çil salan dawî bikin û bi awayeke leztir bigihin armanca xwe.
Pirsa Kurd û hewlên lêgerîna çaresîr, di rojeva partiyên siyasî yên Tirkiyê de ciheke girîng digire. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp, beşdarî Kongreya AK Partî ya bajarê Wanê bû û got, Tirkiye dehan salan bi pirsgirêkên navxweyî hatiye mijûlkirin û ji ber vê bi pêşneketiye.
Erdogan got: “Dema me welatê xwe ji terora çil salan bi temamî rizgar kir, emê bi bazdanê ber bi armancên xwe biçin. Bi dilxweşî dibînim ku, partiyên cuda jî di nava heman hestê de ne.
Destnîşan kir, “Lawazbûna PKKê û şoreşa Sûriyeyê, keşûhewayeke li navçeyê erênî dirust kiriye. Em vê yekê bo nehiştina rêxistina terorê wek derfetek dibînin. Emê armanca xwe ya Tirkiyeya bêteror her çawa be bicîh bikin. Em dixwazin bi aramî û asayî çareser bibe, lê eger nêzîkatiyên din hebin, em di şerê xwe de berdewam dibin.”