Îro 26.01.2025ê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan geheşt Bexdayê.
Li gor zanyariyan biryare Wezîrê Derve yê Tirkiyê li gel Serokomar û Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê cuda cuda bicive.
Li gor zanyariyan, biryare di civîna Wezîrê Derve yê Tirkiyê û berpirsên payebilind ên Iraqê gotûbêj derbarê peywendiyên di navbera Tirkiye û Iraqê, herwaha rewşa Sûriyê û navçeyê bi giştî bikin.
Herwaha behsa cîhbicîhkirina wan rêkeftinan bê kirin ku di dema serdana Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan a roja 22.04.2024ê li gel hikûmeta Iraqê îmza kirine û di navbera herdu aliyan de pirsa ewlehiya sînoran û berfirehkirina peywendiyên aborî dê bên gotûbêj kirin.