Bi êrîşên asmanî yên dewleta Tirk, îro 13 çekdarên rêxistina PKKê li çiyayên Gare, Metîna û Xakurkê hatine kuştin, duh roja şemî jî 3 çekdar li Heftenînê ketin ber êrîşan.
Wezareta parastina netewî ya Tirkiyeyê, îro roja yekşemî 26 Çileya 2025ê ragihand, li herêmên Xakurk, Gare û Metînayê êrîşên asmanî li dijî rêxistina PKKê hatine encam dayîn.
Destnîşan kir, di êrîşan de, 13 çekdarên rêxistinê hatine kuştin.
Duh roja şemî 25 Çileyê jî, dewleta Tirk êrîş li Başûrê û Rojava Kurdistanê encam dane, 3 çekdar li Heftenînê û 2 jî li herêma operasyona Kaniya Aştiyê kuştine.
Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê di daxuyaniyê de dibêje: “Operasyon wê bilez û daîmî dewam bikin”.