Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, “Daxwaza me ji Îraqê ew e ku PKKyê wekî rêxistineke terorîst pênase bike.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro çû Bexdayê û li gel Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Dr. Fuad Hisên civiya.
Fuad Hisên û Hakan Fîdan piştî hevdîtinê di civîna hevpar a rojanemgerî de de axivîn.
Hakan Fîdan diyar kir ku wî di hevdîtina xwe ya li gel hevtayê xwe de firsend dît ku ew mijarên girîng ên her du welatan û yên herêmî bi berfirehî biaxivin.
Fîdan da zanîn ku Tirkiye bi nêrîneke stratejîk ve têkiliyên xwe yên bi Îraqê re dinirxîne û got:
“Îraq çi qasî bi hêz û dewlemend be, aramiya Tirkiyeyê jî dê ew qasî zêde bibe, Îraq çi qasî bi ewle û îstiqrar bibe li herêmê jî aştî û aramî dê ew qasî zêde bibe.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê amaje bi wê yekê kir ku PKK serweriya Îraqê binke dike û got di mijara ewlehî de hevkariya bi Îraqê re bi qîmet e û wiha pê de çû:
“Bi taybetî hevkariya li dijî terorê û têkoşîna me ya li dijî DAIŞ û PKKyê pir girîng e.
Herî dawî ji ber êrişa PKKê 2 leşkerên Îraqê şehîd bûn.
Ez dixwazim vê rastiyê bi awayekî herî xurt bibêjim. PKK Tirkiye, Îraq û Sûriyeyê dike hedef. Ji bo dahatûya herêma me, rehetî û aramiyê em mecbur in ku li dijî terorê têkoşîneke hevpar bimeşînin. Divê em hemû derfetên xwe bikin yek û DAIŞ jî PKKyê jî ji holê rakin.
Fidan got: “Hêviya me ya dawî ya ji Îraqê ew e ku ew PKKya ku wekî rêxistineke qedexe îlan kiribû, wekî rêxistineke terorê jî nas bike.”
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Dr. Fuad Hisên jî di heman kongreya rojnamevaniyê de ragihand ku wan di civîna xwe de behsa pêwendiyên her du welatan kirine.
Bi gotina Fuad Hisên wan bi taybetî behsa rewşa Sûriyeyê kiriye.
Fuad Hisên da zanîn ku ew li gel birêvebiriya nû ya Sûriyetê di pêwendiyê de ne û hewl didin ku hevahengiya wan di gelek waran de hebe.