Dironên Tirkiyeyê sivîlên ku PYDê şandine Bendava Tişrînê bombebaran kirin

Bendava Tişrînê -PYD-Sivil-12

Balafirên keşfê yên Tirkiyeyê karwaneke sivîlan ku PKKê/PYDê ji boy piştgiriya HSDê şandine, li Bendava Tişrînê bombebaran kir, 12 kes birîndar bûn.

Rêxistinên siyasî yên PYDê û PKKê li Rojava Kurdistanê, li ser şandina bi zor ya şênîyan bo Bendava Tişrînê berdewamin ji bo ku piştgiriyê bidin HSDê.

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja yekşemî 26 Çileya 2025ê aşkere kir, balafirên keşfê yên Tirkiyeyê karwaneke sivîlan li nêzî Bendava Tişrînê bombebaran kir, 12 kes birîndar bûn û birîna hinek ji wan girane.

Rwangehê da zanîn, ji roja 8î Çileyê ve karwanên sivîlan ji aliyê balafirên bêmirovên dewleta Tirk ve tên hedefgirtin û li derdora bendavê mirî û birîndar hene.

Pustên heman beş