Tirkiyê êrşên tund li derdora Bendava Tişrînê pêk anîn

Tirkiyê êrşên tund

Pevçûnên li derdûra Bendava Tişrînê dewam diken, dewleta Tirk îro jî bi balafirên şer gelek êrîş pêk anîn, HSDê jî di bersivê de êrîşî komên çeteyên artêşa niştîmanî kirin û kuştî û birîndar ji çeteyan ketine.

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja sêşemî 28 Çileya 2025ê ragihand Balafirên şer ên Tirk gelek êrîş li derdora Bendava Tişrîn û li nêzî bajarokê Serrînê kirin, 3 ji wan li ser cihên li çiyayên Qesaqê, êrîşeke li ser balafirgeha Şemiyê, 2 êrîş li ser du cihên li bejahiya Serrînê û Êrîşa li ser gundê El-Cedîda li gundewarê rojhilatê Helebê.

Li ser astek têkildar, Hêzên Sûrya Demokratîk, bi dironan, komên çeteyên artêşa niştîmanî ya Sûryeyê ku Tirkiye piştgriya wan dike li nêzîkî Bendava Tişrînê kirin armanc, kuştî û birîndar ji çeteyan ketine.

Pustên heman beş