MÎTê berpirseka PKKê li Rojava Kurdistanê kuşt

Sozdar Efrîn-pkk-ypg-info

Îstixbarata dewleta Tirk (MÎTê) li Rojava Kurdistanê bi operasyonekê berpirsa PKKê ya bi navê Şîraz Omer û kodnavê “Sozdar Efrîn”, kuşt.

Ajansa Anadoluyê îro roja çarşemî 29 Çileya 2025ê belavkir, li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, cihê Şîraz Omer ya ku navê wê di lîsteya hedefê ya MÎTê da bû piştî xebatên îstixbaratê hat tespîtkirin.

Omer ya ku di nav sazûmaniya aboriyê ya PKKê/YPGê da bû, ji hêla MÎTê va dihat şopandin, piştre ew li ser rêya Rimêlan – Malkiyeyê bi operasyonekê hat kuştin.

Pustên heman beş