Zirarên PKKê yên bombebarana duh ya Çiyayê Gare

pkk-gare-zebar-turkey-net

Bi êrîşa asmanî ya ku duh dewleta Tirk li Çiyayê Gare encam day, 2 çekdarên PKKê hatbûn kuştin, wezareta parastina netewî ya Tirkiyê jî dibêje: Her duh li herêmên Mertala Feratê 13 çekdarên YPGê hatine hedef girtin.

Balafirên şer yên dewleta Tirk duh roja sêşemî 28 Çileya 2025ê liv û tevgera çekdarên PKKê Çiyayê Gare li hindavî Sersinkê bombebaran kir, wezareta parastina netewî ya Tirkiyê jî îro ragehand ku 2 çekdar di êrîşê da hatine kuştin.

Her duh roja sêşemî, balafirên şer herêmên çiyayî yên Zêbarê li devera Şêladizê jî bombebaran kirbû, lêbelê zirarên wan êrîşan nehatine zanîn.

Wezaretê îro roja çarşemî 29 Çileya daxuyanî da û got ku her duh roja sêşemî 28 Çileyê êrîş li herêmên Mertala Feratê li bakurê Sûryeyê hatine encam dan û 13 çekdarên YPGê bûne hedef.

Pustên heman beş