Sêrtê.. 10 rojan qedexeya çalakiyan hat ragehandin

Sêrtê.. 10 rojan qedexeya çalakiyan hat ragehandin

 Ji aliyê Parêzgeriya Sêrtê ve hat ragihandin ku, li tevahiya bajêr ji bo dema 10 rojan hemû çalakî hatine qedexekirin.

Piştî ku qeyûm ji bo Şaredariya Sêrtê hat danîn, Parêzgeriya Sêrtê jî biryareke nû ji raya giştî re parve kir.

Li gorî Biryara Parêzgeriya Sêrtê, li tevahiya bajêr heta 10 rojan hemû çalakî hatine qedexekirin. Di biryarê de bal tê kêşan ku welatî pabendî biryarê bin.

Parêzgariya Sêrtê dide zanîn ku, çalakiyên ji aliyê Parêzgarî an jî qeymeqamtiyan ve destûra wan dane ne di nava vê qedexeyê de ne.

Rûniştina girêdayî doza Hevseroka Şaredariya Sêrtê Sofya Alagaş duhî (Sêşem, 28.01.2025) li Dadgeha Tawanan a Pêncê ya Diyarbekirê bi rê ve çû.

Sofya Alagaş di wê rûniştinê de bi tometa “endametiya PKKê” hat tawanbarkirin, û li dawiyê di rûniştina heftê ya dadgehê de sizayê zindanîkirinê ji bo dema şeş sal û sê mehan li ser wê hat sepandin.

Piştî sepandina wî sizayî, Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ragehand ku, qeyûm li cihê Hevseroka Şaredariya Sêrtê hat danan.

Sofya Alagaş di hilbijartinên şaredariyan ên sala borî de kandîda Dem Partiyê bû. Ji piştî hilbijartinên 31ê Adarê, qeyûm ji bo heşt şaredariyên Dem Partiyê hatine danan ku ew jî ev in; Hekarî, Mêrdîn, Batman, Dêrsim, Xelfetî, Akdenîz, Baxçeseray û li dawiyê jî Sêrt.

Pustên heman beş