Di rojên derbasbûyî de, herî kêm 8 kurd ji alî hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya rejîma Îranê ve hatin desteserkirin. Hat ragihandin ku ew ev kes in: Parsa Rostemî, Perwîn Edwayî, Nasir Ehmedzade, Efşîn Mistefapûr, Ferzad Hemîdî, Zagros Resûlî, Şêrzad Qale û Parsa Rehîmî.
Saziya Mafên Mirov a Hengawê radigihîne ku ev desteserkirin li gelek bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê pêk hatine.
Li gorî Hengawê; li Mehabadê, Nasir Ehmedzade (33) û Zagros Resûlî (aktîvîstê siruştê) roja yekşemî, 26ê çileya 2025an hatin desteser kirin. Efşîn Mistefapûr (45) roja şemiyê, 25ê çileyê li Nexedeyê hat desteserkirin û xistin girtîgeha Nexedeyê. Ferzad Hemîdî (36) roja şemiyê li Kamêranê hate desteserkirin. Şêrzad Qale roja pêncşemî, 23yê çileyê li gundê Nistanê yê bi ser Rebetê hate desteserkirin. Parsa Rehîmî û Parsa Rostemî (17) roja çarşemê, 22yê mileyê li Sineyê hatin desteserkirin. Perwîn Edwayî (aktîvîsta mafê jinan) jî roja yekşemê, 26ê çileya 2025an li Merîwanê hate desteserkirin.
Hengaw diyar dike ku ji van 3 kes ji ber hinceta grevgirtina Rojhilatê Kurdistanê hatine desteserkirin ku bi mebesta nîşandana nerazîbûnê derbarê cezayê bidarvekirina Pexşan Ezîzî û Wirîşe Miradiyê de 22yê çileya 2025an pêk hat.