PWK: Em cezaya li Alî Çeven hatiye birîn şermezar dikin

Eli-Ceven-kurd-turkey-net

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), cezaya ku li Serokê Komeleya Şopdarên Pêşengên Kurd Alî Çeven hatiye birîn şermezar dike.

Daxuyaniya Buroya Ragehandinê ya PWKê:

Serokê Komeleya Şopdarên Pêşengên Kurd Alî Çeven di roportajeke ku di kolanê de pê re hatibû kirin de gotibû “Ez ne Tirk im” û paşê bûbû hedefa êriş û tehdîdan.

Alî Çeven piştî wê roportajê bi hinceta “propagandaya rêxistina çekdar a terorê kiriye” hatibû girtin.

Doza Alî Çeven li Dadgeha 20emîn a Ceza ya Bingehîn a Buyukçekmeyê hat dîtin.

Tevî ku dozger daxwaza beraetê wî kir jî dadgehê daxwaza dozger ya beraetê red kir û 3 sal cezayê girtîgehê li Alî Çeven birî.

Cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn, berhema hişmendî û sîyaseta dijayetîya miletê Kurd e.

Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin.

Divê ev doz û cezaya ku hatîye birîn ji hole rabe.

Pustên heman beş