Mezlûm Ebdî: Ocalan dê 15ê Sibatê biaxive

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî diyar kir ku Ocalan dê di 15ê Sibatê de nameyekê belav bike.
Fermandarê HSDyê ragihand ku Ocalan dê di peyama xwe de behsa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bike.
Mezlûm Ebdî diyar got, “Em bawer dikin ku Ocalan dê behsa bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî bike.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî beriya bi çend rojan bi şandeyeke akademisyen û rojnamevanên Ewrûpî re civiya.
Rojnamegerên Îtalî Chiara Cruciati, Giansandro Merli jî di nava şandeyê de bûn û çavdêriyên xwe di malpera il manifesto de nivîsîn.
Li gorî nivîsa Chiara Cruciati, Giansandro Merli Mezlûm Ebdî ji şandeyê got, “gelek dostên me yên Ewropî hene lê her kes wê cesaretê nake ku were me ziyaret bike û her kes nikare wê qehremaniyê bike.”
Fermandarê HSDyê ji wê şandeyê re behsa pêşhatên dawî yên siyasî kir.
Mezlûm Ebdî behsa behsa peyama Rêberê PKK Abdulah Ocalan kir û eşkere kir ku tê çaverêkirin 15 Sibatê Ocalan nameyekê eşkere bike.
Fermandarê HSDyê d zanîn ku Ocalan dê di peyama xwe de behsa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî bike.