HSDê ragihand, di berxwedana li dijî êrişên artêşa Tirkiyeyê û çekdarê ser bi wê ve, leşkerekî Tirk û 4 çekdar hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro 2ê Sibatê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan duh di çarçoveya bersiva rewa ya li hemberî êrîşên Tirkiyeyê û grûpên çekdar de, çelakî li herêma Pira Qereqozaqê û Minbicê kirin.
Da zanîn jî, di 3 çalakiyan hêzên wan li herêma Girê Qereqozaqê de, 4 çekdar hatin kuştin, 10 çekdar birîndar bûn û erebeyeke leşkerî hat jinavbirin.
Amaje bi wê jî kir, hêzên HSDê li aniya bakurê Bendava Tişrînê, li kombûnên çekdaran dan û li wir jî kuştî û birîndarên çekdaran çêbûn, lê hejmara wan diyar nekir.
Li gorî daxuyaniyê, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê çalakiyek kir û di encamê de leşkerekî Tirk hat kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn. Herwiha pergaleke radarê û ya çavdêriyê jî hatin jinavbirin.