MÎTê berpirsekî PKK’ê/YPG’ê li Kobanê kuşt

MÎTê berpirsekî PKK’ê/YPG’ê li Kobanê kuşt

Li gor agahiyan saziya îstixbarata milî ya Tirkiyê (MÎT)ê li Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê li hember yek ji berpirsên PKK’ê/YPG’ê yê bi navê Mehmûd Agca ku wek Azad tê naskirin operasyoneke noqteyî pêkanî û di wê operasyonê de jiyana xwe ji dest daye.

Ajansa Anadoluyê ku zimanhala fermî ya dewleta Tirkiyê ye, nûçe spartiye çavkaniyên ewlehiyê û ragehand, MÎTê li herêma Kobanê destnîşankiriye ku Mehmûd Agca (Azad) li maleka li Kobanê di hevdîtinekî deye û li hember wî operasyoneke noqteyî encamdaye û di wê operasyonê de hatiye kuştin.

Li gor heman çavkaniyê Mehmûd Agca (Azad) sala 2006 tevlî refên PKK’ê bûye û di êrîşên roja 29 Tebaxa 2015an li Rihayê êrîşa li hember otomobîla polîsan hatiye pêkanîn û 2 polîsên Tirk hatîn kuştin, herwiha roja 10 Tebaxa 2016an de li hember polîsan li Sûra Amedê êrîşek hate encamdan û bû sedema mirina 6 hemwelatiyên sivîl û 9 kes ji hêzên ewlehiyê bi giştî 17 kesên din jî birîndar bûn û hatiye destnîşan kirin ku Mehmûd Agca yek ji pilandanerên wan êrîşan bûye.

Her wiha ajansa Anadolu eşkere kir ji bilî van çalakiyên li dijî hikûmeta Tirkiyeyê, Mehmûd Agca beşdarî çendîn çalakiyên din yên bi vî awa bûye û tê de xwîna bi dehan kesên din rijandiyes.

Pustên heman beş