Balafirên Tirkiyeyê dîsa komên sivîlan li Bendava Tişrînê bombebaran kirin

Bendava tishrin

Balafirên şer yên dewleta Tirk dîsa êrîşî derdûra Bendava Tişrînê kirin, êrîş hemwexta gihîştina komên sivîlan yên ji boy piştgriya HSDê bo wê derê tên şandin, pêkhatine.

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan ragehand, ji duh roja duşemî 3 Sibata 2025ê balafirên şer yên dewleta Tirk hejmareke êrîşan li Bendava Tişrînê, her wiha li bejahya bajarê Kobanê û rojihlatê Helebê, balafirgeh, sayloyên Sirînê encam da ne.

Êrîş û bombebaranên li Bendava Tişrînê hemuxta gihîştina komên sivîlan pêkhatine, yên ku ji hêla PYDê ve bo piştgriya HSDê tên şandin.

Partiya Yekêtya Demokratîk û baskên PKKê yên Rojava ji 8 Çileya îsal 2025ê ve şêniyên Rojava weke mertalên zindî li Bendava Tişrînê bikar tîne, ev şênî bi darê zorê bo piştgriya HSDê bo Bendava Tişrînê tên şandin û ji wê demê ve bi dehan sivîl di bombebaranên Tirkiyeyê de bûne qurbanî.

Pustên heman beş