Kobanî.. Bombebarana Tirkiyeyê bû sedema derketina krîza av û elektrîkê

Kobani-turkey-attack

Li Kobaniyê ji ber bombebarana Tirkiyeyê krîza av û elektrîkê derketiye.

Li gorî zanyariyên cihî, bi sedema bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê av û elektrîka ku ji Bendava Tişrînê diçe Kobanî û gundên wê qut bûne.

Ev yek jî bûye sedem ku xelk ji neçarî avê bi rêya tankeran bikire.

5 bermîlên avê bi 75 hezar lîreyê Sûrî ango zêdeyî 8 dolaran tên kirin.

Ji bo peydakirina elektrîkê jî xelk jeneratoran û enerjiya rojê bi kar tîne.

Pustên heman beş