Hêzên Sûryeya Demokratîk nasnameya 4 çekdarên xwe yên din ragehand ku du rojan berê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.
Navenda ragehandinê ya HSDê îro roja çarşemî 5 Sibata 2025ê nasnameya 4 çekdarên xwe aşkere kir ku li Dêrazûrê û Bendava Tişirnê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.
Navê wan wihaye:
Mihemed Yeyha El Hemaze.
Qusey Luey El Sofî.
Mihemed Hemed Selal.
Mihemed Ugla El Îbrahîm.
HSDê got ku di şer û pevçûnên ji du mehan ve de hejmarek şervanên me heya kêliya dawîn bi lehengî şer kirin û gihiştin asta şehadetê.