Dijeterora Kurdistanê: Di encama bombebarana Tirkiyeyê de berpirsek û 2 çekdarên PKKê hatin kuştin

Dije Teror-PKK-Suleymani-info

Droneke Tirkiyeyê du otomobîl û veşartgeheke çekdarên PKKê li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin û di encamê de berpirsek û 2 çekdar hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê, îro pênşemî 06.02.2025 demjimêr 22:45 û 23:00, droneke artêşa Tirkiyeyê îro 6ê Sibatê, du otombîl û veşartgeheke çekdarên PKKê li gundê Gelala yê navçeya Mawet a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyan, di encamê de berpirsek û çekdarên PKKê hatin kuştin û 2 çekdarên din jî winda ne.

Gundê Gelala girêdayî navçeya Mawetê ye û 58 kîlometreyan dûrî navenda parêzgeha Silêmaniyê ye.

Pustên heman beş