Îstixbarata dewleta Tirk MÎTê bi operasyonekê berpirsê PKKê yê bi navê Murat Keleş û kodnavê Berxudan Harûn li Xakurkê kuşt.
Medyaya fermî ya Tirkiyeyê îro roja înî 7 Sibata 2025ê belavkir ku MÎTê berpirsekî girîng yê PKKê bi navê Murat Keleş û kodnavê Berxudan Harûn li çiyayê Xakurkê kuştiye.
Hat tesbîtkirin Murat Keleş li çolwarên Xakurka Başûrê Kurdistanê, di nava rêxistina PKKê de di asta berpirsiyariyê da ye.
Herwiha li gorî medyaya Tirkiyeyê, Murat Keleş şandina teqemeniyê ji boy PKKê organîze dikir, ji çendîn çalakiyên li dijî artêşa Tirkiyeyê li Silopiyê berpirsyar bû û di lîsta daxwazkiriyên Tirkiyeyê de bû.
Medyaya Tirkiyê destnîşan kir ku Murat Keleş di encama operasyona yekderbî ya MÎTê da hatiye kuştin.
Rêxistina PKKê roja 29 çileya 2025ê kuştina Murat Keleş û du çekdarên din yên rêxistinê ragehandibû û gotbû, Murat li Cotmeha 2024ê ketbû ber êrîşê.