HSDê kuştina 14 çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve ragihand

HSDê kuştina 14 çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve ragihand

HSD’ê ragihand, di 24 demjimêrên dawî de 14 çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kuştin, 3 leşkerên Tirk û 16 çekdar jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya HSDê îro 8ê Sibatê d daxuyaniyekê de ragihand, li eniyên cuda çalakiyên rewa yên hêzên wan li dijî êrişên Tirkiyeyê û grûpên çekdar berdewam in. Duh li eniya Dêr Hafirê çekdarek hat kuştin.

Diyar kir jî, li gundewarê bakurê Bendava Tişrînê di şer û pevçûnan de, 3 çekdar hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Herwiha got: li Girê Qereqozaqê yê başûrê Kobanê 10 çekdar hatin kuştin, 3 leşkerên artêşa Tirkiyeyê û 14 çekdar birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya HSDê da zanîn jî, firokeyên şer ên gundê Tîna bombebaran kir. Di encamê de zerarên madî li mal û milkên sivîlan bûn. Di heman demê de gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Dîkan, Xeseq, Melha, Pira Qereqozaqê û Girê Sêvê yên li başûrê Kobanê hatin topbarankirin. Ji ber topbaranê zerarên madî çêbûn.

Pustên heman beş