Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD’ê) a girêdayî PKK’ê têkildarî qetilkirina rojnamevan Azîz Koyloglû daxuyanî da û ragihand ku (Azîz Koyluoglû) ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kuştin. Li gorî daxuyaniyê (Ezîz Koyluoglû) di 27’ê Çile de li nêzî Ranyayê di encama êrîşeke dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest daye.
Di 27’ê Çile de li nahiya Hacî Avaya Ranyayê di encama êrîşa dewleta tirk a li dijî wesayîtekê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Der barê van kesan de ku 2 ji wan jin û 2 jî mêrin, ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Saziyên girêdayî PKK’ê navên van kesan parçe parçe parve dikin. Di daxuyaniya ku îro hat dayîn de hat ragihandin ku yek ji van kesan (Aziz Koyluoglû) bi navê kod Kemal Amede ku endamê saziya di bin navê Komîteya Çapemeniyêya PKK’ê deye.
Meclisa malbatên şehîdana Bakur û Rojhilatê Sûriyêya girêdayî PKK’ê beriya niha bi daxuyaniyekê ragihandibû ku endamê PYD’ê Hogir Dirbêsiyê (Dilawer Erebo) û endama koordînasyona Kongra Star Salîhe Viyan (Hêva Erebo) di encama êrîşa balafirên keşfê de şehîd bûne. Lê komîteya şehîdan a PKK’ê têkildarî mijarê ti daxuyanî neda. Li gorî zanyariyan, navên van her du kesan di Koordînasyona Silêmaniyêya PKK’ê de cih digirin.
Îro der barê (Ezîz Koyluoglû) de daxuyanî hat dayîn. Lê der barê kesê çaremîn de hê jî tu daxuyanî nehatine dayîn.
(Ezîz Koyluoglû) kîye?
Ezîz Koyluoglû di sala 1977’an de li navçeya Çinara Amedê ji dayik bû, di sala 1993’an de tevlî nava refên PKK’ê bû û ji bo xebatên bajarvaniyê bike hate şandin bo Amedê. Di sala 1998’an de ji ber ku eşkere bû careke din vegeriya çiya. Koyluoglû di sala 1999’an de bi banga vekşîna ‘Abdullah Ocalan çû Qendîlê û li wir perwerdeya çapemeniyê dît.
Koyluoglû heta sala 2021’an li Rojava ma, ji ber pirsgirêkên bi kadroyên PKK’ê yên Rojava re ji kar hat dûrxistin û vegeriya Komîteya Çapemeniya PKK’êya Başûrê Kurdistanê. Koyluoglû ku ji sala 2022’an ve li Silêmaniyê dijî, edîtoriya Rojnewsê dikir. Di heman demê de dibe rêveberê koordînasyona ANF û Rojnewsê.
Hate diyarkirin ku Ezîz Koyluoglû dema diçû civîna komîteya herêmêya PKK’ê hatiye kuştin.