Hevserokê Giştî yê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir, Ocalan dê di demeke nêz de nexşeya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji raya giştî re eşkere bike.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di mîtînga “Ji bo aştiyê azadî” ya li Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê hat lidarxistin de axivî.
Bakirhan got: “Ocalan nexşerêya aştiyê amade dike. Nexşerê tenê ne ji bo kurdan ji bo hemû bawerî û nijadên li Tirkiyeyê bi awayekî wekhev bijîn amade dike. Birêz Ocalan dixwaze ku Tirkiye demokratîk bibe. Birêz Ocalan dixwaze ku kurd bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxive û bi zimanê dayikê perwerde bibe. Birêz Ocalan dixwaze ku qeyûm tayinî vîna gelê kurd neyê kirin.”
Herwiha Bakirhan got: “Birêz Ocalan bi misogerkirina aştiyê dixwaze Tirkiye li Rojhilata Navîn bibe welatekî bihêz. Bi misogerkirina aştiyê wê Tirkiye bi reformên demokratîk li herêmê bibe mînak. Birêz Ocalan nexşerêyeke ku her kes bi nasnameya xwe bi azadî bijî amade dike.”
Hevserokê Giştî yê Dem Partiyê tekez kir jî: “Kurd, ne kurdên sedsal berê ne. Kurd ne ew kurd in ku li ser maseyê bên xapandin.”