Rêxistina PKKê îro bi fermî danpêdan kir ku herdu pasewanên sînor yên Îraqê ku ji şêniyên Dihokê ne, bi destên qirêj yên çekdarên wê hatine şehîd kirin û gef jî xwarine ewê careke din jî êrîşî pasewanan bike.
Li roja 24 Çileya îsal 2025ê li nêzî gundê Şîlane yê qezaya Batîfa ya Zaxoyê, çekdarên PKKê êrîşî dewriyeya pasewanên sînor yên Îraqê kir, du pasewan bi navên “Elî Remezan” 40 sal ji şêniyên Sêmêlê û “Mêhvan Nacî” 41 sal ji şêniyên Dihokê şehîd kirin, pasewanekî din bi navê “Bêwar Cemîl” 39 sal birîndar ket.
Medyaya PKKê li heman roja bûyerê red kir ku ev pasewan ji hêla Gêrîlayan ve rastî êrîşê hatbin û gotbû: “Balafirên dewleta Tirk êrîşî wan kiriye”.
Îro roja 9 Sibata 2025ê, HPGê baskê leşkirî yê PKKê daxuyanî da û tam berevajî roja bûyerê daxuyanî da û got: “Li 24ê Çileyê pasewanên sînor û artêşa Tirkiyeyê êrîşî Gerîlayan kirbû, wan jî di çarçûveya mafê xweparastinê de bergirî kir û ew pasewan kuştine”.
Gelo çi bûbû?
Roja 24 Çileya 2025ê dewryeya pasewanên sînorî yên Îraqê li devera sînorê gundê Şîlane yê sînorê Batîfa di erka xwe da bûn û çavdêriya herêmê dikirin, ji nişkan ve rastî teqeya PKKê hatin. Di wê rojê de ti operasyoneke artêşa Tirkiyê li devera Heftenînê nebû.
Dewryeya pasewanên sînor li serê sibehê rastî êrîşa hat, PKKê li roja bûyerê got ku artêşa Tirkiyeyê ew kuştine, lê şûnên gulleyan li ser cesedê wan hebû, loma jî aşkere bû ku ew pasewan bi êrîşa balafirên Tirkan nehatine qetil kirin.
Paş belavbûna nûçeya şehîdkirina pasewanan di medyaya Herêma Kurdistanê û Îraqê de, medyaya PKKê xwest vê tewana xwe bi gel bide jibîr kirin û zexta ku li ser rêxistinê çêbûy verevîne, loma jî got balafiran li wan xistiye, lê belê ev derewa PKKê zû îfşa bû û ji ber ku hem malbatên qurbanîyan û hem jî derdûra wan û gelê Kurdistanê bi giştî bertekên mezin nîşanî PKKê dan, loma jî PKKe îro hatiye û paş derbasbûna 15 rojan bi rûqaymî gotiye: “Çekdarên me ew pasewan kuştine”.
PKKê tevî danpêdana bi qetilkirina van du leşkerên Kurd, gef jî xwarne ku ewê careke din jî êrîşî pasewanan bike.
Tivenga PKKê tenê sînga Kurdan nas dike?
Pasewanên ku PKKê şehîd kirîn, yêk bavê 4 û yê din bavê 7 zarokan bû, PKKê ew bi awayekî hovane û bi zanebûn gullebaran kirin, 11 zarokên wan sêwî hiştin.
Raporên pizîşkiya dad aşkere kirin ku şûnên gulleyên Kilaşînkofê li ser laşeyê wan bûn, loma jî daxuyaniya medyaya PKKê ya ku dibêje, dewleta Tirk bi balafiran li van her du leşkeran xistiye, bi temamî derewe û xapandine û îro PKKê rûyê xwe yê rast nîşanî gelê Başûrê Kurdistanê bi taybet şêniyên Dihokê û Zaxoyê da ku ew jî lûliya Tivenga PKKê tenê sînga Kurdan nas dike.