Hêzên Sûryeya Demokratîk ragehand ku 3 çeteyên ku Tirkiye piştgriyê dide wan, li gundewarê Til Temrê ji hêla wan ve di pevçûnan de hatine kuştin.
Navenda ragehandina HSDê îro roja duşemî 10 Sibata 2025ê ragehand ji duh roja 9 Sibata ve pevçûnê dijwar li gundewarê Til Temrê çêbûne, HSDê çalakî li darxistin û 3 çeteyên ku Tirkiye piştgriyê dide wan kuştin.
HSDê got ku hêzên wan duh li gundê Qasimiyê yê li bakurê Til Temrê çalakiyek li dijî baregeha artêşa Tirk û çeteyên wê li dar xist 2 çete hatin kuştin û erebeyek wan ya leşkerî hat rûxandin.
Destnîşan kir, çalakiyeke din jî li dijî nuqteyeke çeteyan hat li dar xistin. Bi qasî ku hat zanîn çeteyek hatiye kuştin.
HSDê her wiha aşkere kir, li eniya Qereqozaxê jî du çalakî hatine li dar xistin. Çalakî li dijî baregeha Tirkan li ser Girê Qereqozaxê û gundê Hoşeriyê hat kirin û di encamê de 7 çete birîndar bûn.