DEM Partî: Serdana Hewlêrê dê peyama Ocalan dereng bixe

Masoud barzani-Dem-Parti-Heyet-Imrali-Ocalan-Peyam-info

Hevseroka DEM Partiyê dibêje, civîna şanda DEM Partiyê bo Îmraliyê ligel Serok Barzanî, dê ragihandina peyama Abdullah Ocalan a derbarê proseya nû ya aştiyê de bipaş bixe.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogularî ragihand, şanda partiya wan dê roja 16.02.2025an serdana Hewlêrê bike û bi Serok Barzanî re behsa proseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bike.

Medyaya Tirkiyeyê pêştir ragihandibû, rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan dê roja 15.2.2025an ji zindana Îmraliyê ve peyamekê li ser pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav bike.

Hevserokê DEM Partiyê bi dûr zanî ku Ocalan di 15’ê Sibatê de peyama xwe bide, ji ber ku weke ew bi xwe dibêje: “Şanda Îmraliyê dê roja 16ê Sibatê serdana Herêma Kurdistanê bike û dê çend hevdîtinan pêk bîne. Encamên hevdîtinan dê pêşkêşî Abdullah Ocalan bê kirin û piştre, Ocalan dê peyama xwe belav bike.”

Hatîmogulari di wê baweriyê de ye ku Ocalan dê di vê mehê de li ser pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê peyameke dîrokî bide. Her wiha got: “Ocalan di peyama xwe de, dê tekezî li ser çareserkirina pirsa kurd bi rêya aştî û diyalogê bike, ji ber ku bi şer û pevçûnan bi salan e pirsgirêk çareser nebûne.”

Şanda DEM Partiyê bo Îmraliyê ya ku biryar e serdana Herêma Kurdistanê bike, ji Parvîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê ku di dema borî de li girtîgeha Îmraliyê Bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.

Pustên heman beş