Pervîn Buldan çû serdana Demîrtaş

Pervîn Buldan Demîrtaş

Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan li Girtîgeha Edîrneyê Selahattîn Demîrtaş ziyaret kir.

DEM Partiyê li ser serdanê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got: Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan hevserokê serdema berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizraklu yên ku li Girtîgeha Edîrneyê gîrtî ne ziyaret kir.

Buldan derbarê qonaxa dawî ya lêgerîna çareseriyê de Demîrtaş û Mîzrakli agahdar kirine û careke din nêrîn û pêşniyarên wan wergirtiye.

Demîrtaş û Mizrakli diyar kir ku ew dê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin pêvajoyê û silav û hezkirina xwe ji gelê me re ragihandine.

Pustên heman beş