Hevserokê Şaredariya mezin a Wanê Abdullah Zeydan ji kar hat dûrxistin û di cîha wî de qeyûm hat danîn.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, Hevserokê Şaredariya Mezin a Wan yê DEM Partiyê Abdulah Zeydan ji kar dûrxist û di cîha wî de parêzgarê Wanê Ozan Balci wek wekîlê şaredar erkdar kir. Parêzgarê Wanê Ozan Balci piştî biryar hat aşkera kirin derbasî avahiya şaredariyê bû.
Vê derbarê de Wezareta Navxwe ya Tirkiyê vê derbarê de ragehand:
‘’Serokê Şaredariya Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, ji aliyê dadgeha 5.mîna a cezayê giran a Amedê ve ji ber bi dilê xwe alîkariya endamtiya rêxistina terorîst, 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê jê re hatiye dayîn. Ji ber wê jî ji wek tevdîrekî demkî ji aliyê Wezareta Navxwe ve ji kar hatiye dûrxistin. Parêzgarê Wanê Ozan Balci wek wekîlê Serokê Şaredariyê hatiye erkdar kirin.’’