Şanda DEM Partiyê bo Îmraliyê gihîşt Herêma Kurdistanê û ji bo gotûbêjkirina proseya nû ya aştiyê ligel Serok Barzanî bicive.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, Şanda DEM Partiyê bo Îmraliyê îro 15ê Sibatê piştî nîvro giheşte Herêma Kurdistana Iraqê û biryar e sibe jî bi Serok Barzanî re bicive û derbarê proseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gotûbêj bike.
Endama Şanda Dem Partiyê ji bo Zindana Îmraliyê Perwîn Buldan du ji K24ê re gotibû: “Em serdaneke gelek giring ji bo Hewlêrê dikin û em li roja Yekşemê bi Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re dicivin.”
Perwîn Buldan got jî: “Em ê di wan civînan de danûstandinan li ser piroseya nû ya aştiyê bikin, piştî ku me du caran bi Ocalan re danûstandin kirine û me ji wî re ragehandiye, ku civîna me bi Serok Barzanî re û wergirtina nerînên wî li ser vê piroseyê gelek giring e.”
Wê Endama Şanda Dem Partiyê ji bo Zindana Îmraliyê amaje jî da, “Em dê di civîna xwe ya li gel Serok Barzanî de nerîn û hizir û pêşniyarên wî yên tevgir li ser piroseya aştiyê bi hikmet werbigirin û dê paştir bigehînin Ocalan.”
Piştî du caran ku Dem Partî bi Ocalan re civiya, Perwîn Buldan li ser rêkxistina serdana sêyê ji bo K24ê eşkere kir, “Heta niha çi jivanek ji bo serdana Zindana Îmraliyê nehatiye danan, herwesa tê çaverêkirin ku gaziyek ji aliyê Ocalan ve hebe, lê çi jivanek ji bo vê gaziyê jî nehatiye diyarkirin.”