Biryare îro 16.02.2025ê saet 10:00ê serê sibehê şandeya Îmralî li gel Serok Barzanî li Pîrmamê bicive.
Li gor zanyariyan duh şemiyê şandeya Îmrali bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl ve geheşt Herêma Kurdistanê û şeva borî li bajarê Hewlêrê bûn û biryare îro saet 10:00ê serê sibehê li gel Serok Barzanî bicivin.
Li gor zanyariyan şandeya Îmrali name û peyama Ebdula Ocalan a derbarê destpêkirina proseya aştiyê û çekdanîna PKKê gotûbêj li gel Serok Barzanî dikin û vê derbarê de peyam û nêrînên Serok Barzanî dê wergirin û daxwazê jî dê bikin ku Serok Barzanî alîkar be ji bo destpêkirina proseya aştiyê.