Cemîl Bayik pejirand ku nameya Ocalan gihiştiye destê wan.. Gelo Ocalan gef li Qendîlê xwariye?

qandil-

Pirsgirêka nameya Evdilla Ocalan ku dihat hêvîkirin ku dê 15 ê Sibatê bê weşandin û piştre hat gotin ku daxûyanî nagihîje 15 ê Sibatê, hê jî tevliheviyê didomîne. Di dawiyê de Hevserokê KCKê Cemil Bayik ragihand ku wan “name ji Ocalan wergirtiye”. Niha nîqaş tê kirin ka nameya Ocalan dê bê xwendin an na.

Gelo PKKe pêşî li daxuyaniya Ocalan digire?

Tê gotin ku 6 vîdyoyên cuda hene Evdilla Ocalan amade kiriye û radestî dewletê kiriye. Ev vîdyo ku tê gotin ji bo rêveberiya Rojava, rêveberiya KCKê, rêveberiya Bakur û ji bo gel in, di kûlîsên Partiya DEMê de tên axaftin. Herwiha derdora Partiya DEMê dibêje ku KCKe li hember nameyên ji Ocalan tên şandin dilgermî nanêre û pêşî li weşandina vîdyoyan digire. Her wiha KCKe pêşî li ragihandina fermî ya hevdîtinên şanda Partiya DEMê bi Ocalan re jî girt.

Partiya DEMê piştî hevdîtina duyemîn gotibû “dê daxuyaniyek rasterast bi îmzeya Ocalan bê weşandin” lê piştre daxuyaniya xwe paş ve kişand û tu daxuyanî neweşand. Derdorên PKKê dibêjin ku Qendîlê ferman daye Partiya DEMê ku daxuyaniyê nekin.

Darka Mazî ragihandibû ku name hatiye birin?

Rêveberiya KCKê ji bo astengkirina peyama vîdyoyên Ocalan gelek rê ceribandine. Yek ji van rêyan jî daxuyaniya “em ji pêvajoyê haydar nînin” bû.

Rêveberên PKKê heta du rojên dawî îdia dikirin ku wan tu name ji Ocalan wernegirtine û digotin ku ew “pêvajoyê ji medyayê dişopînin”. Lê Darka Mazî di nûçeyeke xwe ya 24 ê Kanûnê de nivîsîbû ku Tûlay Hatîmoğlu di serdana xwe ya Silêmaniyê de name ji Ocalan birine bo PKKê û bersiva nameyê wergirtiye û biriye dewletê.

Gelo PKKê, gotinên Ocalan ên di vîdyoyê de qebûl nake?

Piştî ku Ocalan di 1999 an de çû Tirkiyeyê, navbera rêveberîya PKKê û Ocalan ji ya tê bihîstin hê zêdetir vebû. Cemîl Bayik ku wek mirovê duyemîn ê PKKê tê zanîn, li derve PKKe ya xwe ava kir. Darka Mazî berê di vê mijarê de lêkolînek weşandibû û nîşan dabû ku cudahî çiqas mezin e.

Hem di nav derdorên PKKê û hem jî di nav derdorên Partiya DEMê de tê nîqaşkirin ku peymana Evdilla Ocalan bi dewleta Tirk re heye û şertên vê peymanê ji aliyê Qendîlê ve hatine redkirin. Her wiha kadroyên PKKê yên Ewropayê jî dibêjin ku çarçoveya peymanê ya di navbera PKKe û dewleta Tirk de “dê rûmeta kadroyên PKKê bişkîne”. Li gorî vê, dewleta Tirk bêyî ku mafên destûrî bide Kurdan, tenê efûyek ji bo endamên PKKê û formulek demkî ji bo rêveberan pêşniyar dike.

Di nav agahiyan de heye ku PKKê nameyekê ji Ocalan re nivîsiye û gotiye ku “ev naverok dê ji aliyê gel ve jî bi bertekê re rû bi rû bimîne”.

Yanî PKKê, peymana Erdogan-Ocalan-Baxçelî qebûl nake. Cemîl Bayik jî di hevpeyvîneke xwe ya dawî de ku di ANF ê de hat weşandin got “Dewleta Tirk dixwaze Serok Apo bêrûmet bike” û di vê mijarê de hişyarî da Ocalan.

Gelo Ocalan gef li Qendîlê xwar?

Lê belê rexneyên tund ên Ocalan ên li ser Qendîl û KCDê hene û gotina “Ez ne şoreşgerekî klasîk im, we şer bi ser nexist, hûn nizanin aştiyê pêk bînin” ger hûn guh nedin min ez ê ji navberê xwe vekişim. Ez dixazim Rojhilata Navîn ji gola xwînê rizgar bikim. Ew agahîyên Ji derdorên DEM tên bihîstin. Û tê zanîn ku Ocalan gelek caran bi heman awayî gef li serkirdayetiya PKKê xwariye. Loma jî ev rast in.

Yanî ji alîyê Ocalan û dewleta Tirk ve Qendîl hat tehdîtkirin. Xuya ye ku rêveberiya PKKê hem bi xapandina Ocalan û hem jî bi xapandina dewleta Tirk wext bidize da ku pêvajoyê bê xeterî bimeşîne.

Li Strasbourgê ekrana mezin

Serokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik di daxuyaniya xwe ya li ser televîzyona Stêrk de da xuyakirin ku nameyek ji Rêberê PKKê Evdilla Ocalan wergirtiye, lê li ser naveroka wê agahî neda. Ji aliyekî din ve vîdeoyên Ocalan jî di destê Qendîlê de ne.

Bayik, bal kişand ser têkoşîna Ocalan a ji bo çareseriyê û got, “Serok Apo dixwaze vê pêngavê hêztir bike. Ji bo gelê Kurd ji qada şer derbixe û bikeve nava qada tekoşîna demokratîk”

Lê di heman demê rêveberîya KCKê  bi wesîleya çûyîna Ocalan a Tirkiyeyê sibê li Strasboûrgê meşekê li dar dixin. Li qada ku dê meş bi dawî bibe ekranek mezin hate danîn.

Serkirdeyên Ewropa yên PKKê dibêjin, eger vîdeoya bangawazîya Ocalan de xeletiyek derbikeve, dê dokûmanterîyek derbarê  Ocalan de were weşandin.

Ji ber vê yekê hê jî biryara esil nehat dayîn.

Pustên heman beş