PKKê nasnameya vê keça Kurd aşkere kir: Li meha bûrî berê wê daye mirinê

PKK-HPG-Kec-Ciwan-Jin-Turkey-Info

Rêxistina PKKê îro nasnameya keçeka Kurd aşkere kir ku li 5î Çileya îsalê li çiyayên Başûrê Kurdistanê bi destên artêşa Tirkiyeyê da ye kuştin.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro 17 Sibata 2025ê nasnameya çekdareka xwe ya bi navê Şîlan Mihemed Xelîl aşkere kir ku li 5 Çileya îsalê li Başûrê Kurdistanê bi êrîşeke artêşa Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest da ye.

HPGê weke tev rêhevalên wê, mirina Şîlanê jî 43 rojan li malbata wê veşartbû û îro ji nû ve got me wenda kir.

Di pesnê vê keça ku hêjan di temena zaroktiyê de ye, HPGê gotiye ku ew milîtana Apo bû, fedayê Apo bû.

PKKe ji destpêka îsal 2025ê ve, weke salên berê her roj wêneyên komên keç û xortên Kurdan di medyaya xwe de par vedike, ciwanên ku di berxwedana xwe ya saxte de berê wan da ye mirinê.

Pustên heman beş